“Kezî” analîzek Heftiyane ji Pirsgirêkên Jina li Ajansa Kurdpa

12:16 - 16 Şibat 2013
Kezî: heftiya 4ê heyva Behmen a 1391

Ajansa kurdpa bi armanca pêdagiriya here dilxwaz a nûçên girêdayî bi aliyên jinan, ajansa nûçe gihaniya kurdpa berdeye bi forma heftiyane raportek nûçeyî bi navê “ Gîsû” biweşîne.


Armanca bingehîn a weşana wê raporta taybet bi jinan, nêzik biniyek hûrtir ser gişta carên berpê kirina mafên jinan û her wisa hemû çalakiyên ku ji aliyê jinan an dezgehên girêdayî bi wan tê kirin.

Bi hegera berpanî û zor giringiya wê hindê û her wisa nebûna derfet bo pêdagiriya wê hindê, Gîsû bi formek ron , ser pirsgirêkên herêmên kurdrûniştî dixebite, lê mana wê hindê ne ewe ku herêmên xeyrî kurd rûnîştî neyên berçav girtin û ajansa kurdpa li tekoşîn deye ku li raportên Gîsû de ser pirsgirêkên wan bixebite.

Gîsû berçav girtiye xêncî cîbicî kirina raporta heftiyane, seba dukumentarize kirina wan û wegerana avirên çalakên aliyên jinan, hevpeyvînek tev çê û biweşîne.

Li raporta vê heftiyê, xweşevitandina jinel li Pawê, candana jinek bi sedema çinebuna derfetên midîkal, xwe kuştina jinek li Mihabad, jimara xwe kuştina jinan li herêmên kurd rûniştî yê Îranê li 2 heyvên borî de, qebilina ittila’at tew mirexesiya dermankirina Zehra Mensûrî, agir pê berdana jinek ji aliyê mêrê xwe li Reştê û sipartiyên yekik ji serokên olî bi jinan li bara tund û tîjiya mêran ser hevserên xwe ten gotin.

Kurdistan

Xwe şevitandina jinek li Pawe


\"11109.jpg\"
Gorek nûça weşiyayî roja şemî 21ê heyva Behmen , jinek ciwan li şaristana Pawê xwe şevitand û canê xwe ji dest da.

“Sirwîn” a 34 salî û rûniştiyê gundê” Durîsan” li şaristana Pawê roja şemî bi hegera kêşeyên naw mal bi xwe reşandina gazoîlê ser bedena xwe şevitand û 24 saet paşî qewimînê yanê roja yekşem 22ê Behmenê bi hegera zêdeyiya şevitîna (%94) canê xwe ji dest da.

Siwîn xwedî 2 zarokan bû û mêrê vê tev 2 jinên din jî paşî zewicî bû.
Gorek jimara hatî nivîsî li sentera jimêryariya ajansa nûçegihaniya kurdpa, li heyva Behmenê de 3 jin li herêmên kurd rûniştiyên Îranê de bi hegera xwe şevitandin cane xwe ji dest dane.

Mirina jinek nawsal bi hegera nebûna duxtor

\"11111.jpg\"
Gorek nûçeya weşayî roja duşem 23ê heyva Behmenê jinek nawsal li gundek ji dewra Sinê bi hegera nebûna duxtor canê xwe ji dest dide.
Şemsî Reşîdî 43 salî û xwedî 4 zarok ku rûniştiyê gundê “Awîheng” a Sinê ye bi hegera bilind bûnaTansiyon ê û çine bûna duxtor li gund , dema raguhastin bi Sinê canê xwe ji dest dide.

Gundê “ Awîheng” bi hebûna xulyaqetek 2500 kesî ji hebûna duxtor bêparin û her sal çend jin bi hegera çinebûna duxtor û pêwîstiyên midîsîn canê xwe ji dest didin.

Gorek jimara nivîsî li sentera jimêryariya ajansa nûçegihaniya kurdpa, li heyva Behmenê de 2ji li herêmên kurd rûnştiyên Îranê bi hegera çine bûna derfetên midîkal canê xw ji dest dane.

Xwe kuştina jinek ciwan li Mihabadê

\"11112.jpg\"
Gorek nûça weşayî jinek 30 salî li şaristana Mihabadê bi darda kirina xwe bi jîna xwe kutayî anî.

Sekîne 30 salî ku xwedî 2 zaroke , roja çarşem 25ê heyva Behmen li taxa “ pişt tep” a Mihabade bi darda kirina xwe kutayî bi jîna xwe anî .
Nûça heger an hegerên xwe kuştina vê jina ciwan heya weşana vê raportê ron nebûye.

Gorek jimara nivîsî li sentera jimêryariya ajansa nûçegihaniya kurdpa, li heyva Behmen de 5 jin li herêmên kurd rûniştiyên îranê de dest bi xwe kuştinê kirine û kutayî bi jîna xwe anîne.

Xwe kuştina jinan ji avirê jimêryarî

\"11113.jpg\"
Du-deh salên dawiyê de zêde bûna jimara girêdayî bi xwe kuştinê û guhirîna gurûpa sinnî a qurbaniyan ji nawsal û kalan bi ciwan û nûciwanan, ew peydabûya civakî xistiye ber çavên lêkolîner û kesên dewletî yen welatên cur bi cur û bi vê hegerê sazimana Bêhdaşta cîhanî, roja 10ê siptember,19ê Şehrîwer wek roja cihaniya pêşgirtin ji xwe kuştinê diyarî kiriye .

Welatê Îranê jî wek welatên Poland, Lêtonî, Brêzîl, Çîn û Hindistan û …h.d zortirîn jimara xwe kuştina jinan li asta cîhanî de bi xwe girtiye.
Li parêzgehên rojavaya Îranê ku pitir kurd rûniştîne bilintirîn jimara xwe kuştinê bi xwe girtiye.

Gorek jimara nivîsandî li sentera jimêryariya nûçegihaniya kurdpa, li 2heyvên despêka demsala zistanê 9 car xwekuştin qewimî li herêmên kurd rûniştî de hebûye ku 4 ji wan xwe şevitandin û her wisa 4 jin jî ji aliyê kes û karên xwe hatine kuştin

Xwe şevitandin ji xwe kuştinên her rojane ya herêmên kurd rûniştiyên Îrnne.

\"11110.jpg\"
Xwe şevitandin yekik ji formên xwe kuştinên her rojane ya herêmên kurd rûniştiye ku pitir caran buye sedema mirinê û heger ku zidî ji mabin heya heyamek şuna birînên wî karî tev qurbanî dimîne û zehmetan dide wan.

Ev form ji kutayî dan bi jînê dujwartirîn forma xwe kuştine û li rastî de qîrîna dadxwazî û alîkarî xwestin a jinan li wan herêmane deye ku bi ew kar dixwazin bala raya giştî bi pirsgirêkên wê qada civakê rakêşin.

Bê gotin ev jimara hêj zêdetire lê bi hinek hegrean xwe kuştina jinan eşkere nebûye û zor car hegera “averû xwedî kirin” a binemale û tayfan, mirina bi sedema xwe kuştinê mirina xwezayî nîşan didin.

Her wisa gorek gotinên hinek karnasan salane nşzûkî 400 car xwe kuştin li parêzgeha 600000 kesiya Îlam de qewimiye ku para jinan ji vê hejmarê 220 kese ku pitir bi xwe şevitandinê qutayî bi jîna xwe tînin.

Gorek jimara nivîsandî li sentera jimêryariya nûçe gihaniya kurdpa li sala borî de 33 jin xwe kuştine ku 15 ji wan xwe kuştinan bi sedema xweşavitandinê bûye.

Îran

Qebilandina ittila’t tew mirexesiya dermankirina Zehra Mensûrî


\"11114.jpg\"
Zehra Mensûrî ji girtiyên polîtîk li girtî geha Êvîn, paşî nexweşiya kanserê û aloztir bûna rewşa tenduristiyê bi danana barmita 200,000,000 tûmenî bona mirexesiya dermankirinê hat şandin.

Pêştir bi wê hindê ku duxtorê girtîgehê û dadistan arênî dabûn mirexesiya dermankirina Zehra Mensûrî re, wizareta ittila’t bi dana mirexesiyê razî nebibû.

Ev girtiyê 60 salî ku ji nexweşiya Ser’ê û zêde kirina kansera memkan êş dikêşand, pêştir jî û li bihara sala 1390an de li benda girtîgeha Êvîn de hatibû bin niştera emel.

Zehra(Mehbûbê) Mensûrîji aliyê şaxa 26 a dadgeha şorişa Tehran bi tometa kar dij asayişa netewî bi 5 sal girtina teizîrî hatibû mehkûm kirin.
Ew hukum bi hegera rewşa taybet a beden a vê bi 2 sal girtina teizîrî û 5 sal girtina tailîqî kêm bibû.

Evê 6ê Aban a sala bori de bo derbas kirina midê mehkûm bûna xwe ço girtîgeha Êvînê.

Reşt: agir berdan bi jinek ji aliyê mêrê wê

\"11108.jpg\"
Roja duşem 23ê heyva Behmen, jinek nawsal bi destê mêrê xwe li Reştê hat agir berdan.

Ew qewimî ku li kûça Hacî , keti ser cotsayda imam Riza ya şarê Reştê nawenda parêzgeha Gîlan qewimî, mêrê jinek 46 salî paşî reşandina bênzînê ser bedena wê , agir berda jina xwe.

Paşî vê qewimiyê ev jin bi destê gurûpên alîkariyê bi yekik ji senterên midîkal naw şar hat raguhastin ku rewşa tendurustiya vê zor xirab hatiye gotin.

Ev qewimiya li sûpermarkêtek de nêzûkî mala wê binemalê qewimiye û bi qesd serekanî ji pirsgirêkên nawmalê hatiye girtin
Zanyarek olî :” jin hember tund û tîjiyên mêrên xwe dia bikin”

\"11115.jpeg\"
Li programek têlêvîzyonî de yekeik ji giregirê rêbertiya olî a dewleta islamiya Îranê bi jinan dispêre ku hember tund û tîjiyên mêrêm xwe, sebir û dia bikin.

Ayetila Nasir Mekarim Şîrazî şeva çarşem li programek zindî a têlêvîzyonî ku ji tora satilayta “ wilayet” a Qum de diweşiya ji jinan xwest ku ji kombûnên olî dûr nekevin û tim beşdarê kombûnên wisa bin.

Evî li qonaxek ji gotinên xwe de jin dilxweş kirin ku hember tund û tîjî û bê riftariya mêrên xwe rûgeş bin û li nivêjên xwe de dia bikin ku xwedê mêrên wan bi rêka rast bigîjîne.

Çavkanî: Ajansa nûçe gihaniya Kurdpa
Nûçe gihaniya mafên mirov HIRANA
Websayta Kurdistan mîdya
Ajansa nûçe gihaniya Mukriyan
Web sayta peyam
Nûçe gihaniya fars
Ev raporta li pişka kurdî a ajansa nûçe gihaniya kurdpa her wa û bi navê “Bermûr” diweşe.

Bermûr ji tîtkên jinan û curek gerdebenda jinane.