Kezî (34): Raporta heftane ya Kurdpa derheq pirsgirêkên jinan

14:05 - 28 Çirriya paşîn 2014
Hefteya yekemîn a meha Sermawez a sala 1393’an a Rojî (Çiriya Paşîn a 2014’an a Zayînî)

Ajansa Kurdpa: Raporta vê hefteyê a Kezî, girtina çalakvana mafên jinan a binavê Menîje Sadiqî li Sine û her wisa binpêkirina mafên jinan wek ; ceza dana salek girtin bo Xonçe Qewamî û azadkirina wê bi merca danîna barimte (wesîqe) yê, bi xwe digre.


Kurdistan
Menîje Sadiqî hat binçav kirin

Roja borî, yekek ji çalakvanên mafên mirovan a bi navê Menîje Sadiqî li Sine hat binçav kirin

\"23326.jpg\"
Menîje Sadiqî çalakvana Mafên jinan û zarokan
Li gorî nûçeyên ku hatine bilav kirin, roja Çarşemî 26’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, Menîje Sadiqî, ji aliyê hêzên ewlekarî ên bi kincên şaxsî, li bajarê Sine a Rojhelatê Kurdistanê hat binçav kirin.

Bi gotina şahîdan, dema binçav kirina wê çalakvana mafên zarok û jinan de, hêzên ewlekarî ên bi cilûbergên şaxsî, ji mala wê vekolîn û lêgerîn kirin e.

Tê gotin hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê dema vekolîna malê de, komek pirtûk, kelûpelên şaxsî û herwiha “kompûter” û telefona destî a Menîjê û zarokên wê jî ligel xwe birin.

Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, tu zaniyariyek derbareya cihê veguhastina Menîje Sadiqî bi dest neketiye.

Îran
Xûnçe Qewamî yek sal ceza jê hat birîn û bi danîna barimteyê hat berdan


Di heyamê çemd rojên borî de Xunçe Qewamî hemwelatiya Îranî –Birîtanî, piştî 5 meh gitin bi danîna barimteyê hat azad kirin.

\"23327.jpg\"
Xunçe Qewamî
Li gorî raportên hatinî bilav kirin, Sûsen Mûştaqiyan dayîka Xunçe qewamî ku bi danîna 100 milyon Tomen (barimte) hat berdan , ragihand: Keça wê bi yek sal ceza hatiye mehkûm kirin û bo heya du salan jî nikare here derveyî welatê Îranê .

Xunçe Qewamî temen 25 sal,dawiya behara ev sal, di demekê ku bo dîtina Voleybola di navbera du yaneyên Îran û Îtaliyayê de çûbû yarîgeha 12 hezar kesî a Azadiyê , di wê demê heya niha, hatibû girtin.

Jêder:
Ajansa nûçegihaniya Kurdpa(1 halet)
Malpera BBC a Farisî(1 halet)