“Keywan Reşozade” girtiyê siyasî yê Kurd bo girtîgeha bajarê Urmiyê hat veguhastin

18:39 - 15 Hezîran 2022

Roja Duşemî 23ê Cozerdanê, “Keywan Reşozade” girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê “Urmiyê” bi nîşandana nerizayetiyê di hember dijayetîkirina berpirsên girtîgeha Urmiyê bo dana murexesiyê dest avêtibû girevê.

Pêka çavkaniyek agehdar li girtîgeha navendî a bajarê “Urmiyê” berpirsên wê girtîgehê ew girtiyê siyasî piştî girevgirtinê bo odeya takekesî veguhastibûn.

Ew girtiyê siyasî 16ê Rezbera sala 1398an digel 4 welatiyên din yên bi navên “Umîd Seîdî, Ebdulezîz Mihemedpûr, Kamran Qasimî û Nayîb Hacîpûr” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û piştî mehek lêpêçînê li îdareya Îtlaata bajarê Urmiyê bo girtîgeha navendî ya bajarê “Urmiyê” hatibûne veguhastin.

“Keywan Reşozade” salekê qedera wî li girtîgeha bajarê Urmiyê nexuya bû, li meha Sermaweza sala 1399an ji aliyê taya 2 a dadgeha Şorş a bajarê Urmiyê, bi serokayetiya dozger “Şêxlû” bi tohmeta “hewldan dijî tenahiya netewî ji rêya endambûn di yek ji partiyên Kurdî” bi 10 sal û rojek girtîgehê hatibû cezadan.

“Keywan Reşozade” xelkê bajaroka “Îslamava” ya girêdayî bajarê “Urmiyê”ye.