“Keywan Mînûyî” piştî binçavkirinê hêj di girtîgeha îdareya Îtila`atê de ye

16:58 - 1 Kanûna Paşîn 2022

Tevî derbasbûna nêzîkî 2 mehan ji binçavkirina “Keywan Mînûyî”, çalakvanê Medenî û mamosteyê zimanê Kurdî yê xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, navbirî hêj di girtîgeha îdareya Îtila`atê de ye.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, ew çalakvanê medenî piştî binçavkirin bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sinê hatiye veguhastin û di heyamê binçavkirinê de, ji mafê “destpêregihîştina bi parêzer” û “hevdîtin digel malbata xwe” hatiye bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Heta niha lipeykevtina malbata “Keywan Mînûyî” bo agehdarbûn ji qedera navbirî, bê encam maye.

Sibêdeha roja Şemî 22ê Xezelwerê, ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî li dema binçavkirina “Keywan Mînûyî”, telefon û hin ji kelûpelên kesî yên navbirî digel xwe birin.