“Keywan Mînûyî” mamosteyê zimanê Kurdî bo girtîgeha bajarê “Merîwan”ê hate veguhastin

10:59 - 30 Kanûna Paşîn 2022

Roja Pêncşemî 7`ê Rêbendanê, “Keywan Mînûyî” çalakvanê medenî û mamosteyê zimanê Kurdî û xelkê gundê “Nêy” ya girêdayî bajarê “Merîwan”ê, piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê “Sine”, bo girtîgeha bajarê “Merîwan”ê hate veguhastin.

Ew çalakvanê medenî di deyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêpar kirin.

Roja Şemî 22`ê Xezelwerê, “Keywan Mînûyî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehiyê di dema binçavkirina wî welatiyê Kurd de, dest liser tev kelûpelên wî yên şexisî de girtibûn.

Heta niha, ji sedema binçav kirin û tohmetên ku lidijî wî çalakvanê medenî de hatine sepandin ti zanyariyek jiber dest de tune ye.