“Keyhan Mukerem” piştî bi dawîhatina heyama mirexesiya xwe bo girtîgehê zivirî

18:33 - 17 Nîsan 2022

Roja Şemî 27`ê Xakelêwe, “Keyhan Mukerem” girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê gundê “Enbê” yê girêdayê devera Tirgewer, piştî bi dawîhatina heyama mirexesiyê bo girtîgeha bajarê Urmiyê zivirî.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd roja Duşemî 22`ê Xakelêweyê hatibû mirexesiyê

“Keyhan Mukerem” roja Şemî 20`ê Sermaweza sala 1400`an a Rojî, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember berçavnegirtina gelaleya “du fewriyetî” bo kêmkirina cezayê girtîgehê, dest avêtibû gireva birçîbûnê.

Ew welatiyê Kurd li 17`ê meha Pûşpera sala 1398`an a Rojî, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û piştî du meh ji binçavkirina wî, ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

“Keyhan Mukerem” piştre ji aliyê taya 2 a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadwer “Şêyxlû”, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaye li dadgeha pêdaçûnê de hatibû piştrastkirin.

Ew girtiyê siyasî meha Gelawêja sala derbasbûyî jî, bi tohmeta “têkdana nezma girtîgehê” ji aliyê taya 119 a dadgeha Keyferî ya 2 a bajarê Urmiyê ve, bi sê meh girtîgeha te`izîrî û 50 dirbên qamçiyan hatibû cezadan.