Kesên Ser bi Hikûmetê li Herêma Urmiyê madeyên hişber bilav dikin

14:16 - 19 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Şahidek û yek ji xelkê herêma Tergever a Urmiyê eşkere kir, Sipaha Pasdarên hikûmeta Îslamiya Îranê bi alikariya çend kesên ser bi dewletê,mijûlî bialv kirina madeyên hişber di nava ciwanên gundên wê herêmê de ne.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Sipaha Pasdaran bi alikariya çend kesên ser bi dewletê, heyamê 2 mehane li gundên herêma Tirgever bi awayek berbilav dest bi bilav kirina madeyên hişber kirine ku seva vê yekê hejimarek ji ciwanên herêmê tûşî madeyên hişber bûne û xelkê herêmê rastbûna vê nûçeyê pişt rast dikin.

Şahidê herêmê bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Pitir ji 20 kesên ser bi rejîmê ku temenê wan kêmtir ji 20 salane, li gundên “Enbê , Mewana,Şêban,Tilû,Xweşeko,Sûlik, Tilekih,Gocar, Derbend, Talun,Şêx Şemzîn,Hele Fele, Qesirk, Avdih” madeyên hişber di nava ciwanan de bilav dikin û seva vê yekê hejimarek berçav ji ciwanên herêmê tûşî madeyên hişber hatine.

Xelkê herêmê dibêjin ku ew kesane bi agadariya Sipaha Pasdaran a hikûmeta Îslamiya Îranê madeyên hişber bilav dikin û her seva vê yekê serbarî lêpirsîn û tomar kirina sikalayan li ser wan kesan, aliyên pêywendî dar çi bersivek nedane.

Li gor usol navê wan kesan ji ailiyê ajansa nûçegihaniya kurdpa hatine parastin.

Gelê herêmê bilav kirine ku bilav kirina madeyên hişber di nava ciwanên herêmê de bi awayekî sistimatîk ji aliyê dezgehên ser bi dewleta Îranê birêve dice.