kesekî xelkê bajarê Bokanê hevla kuştina keça xwe da

18:28 - 28 Tebax 2021

Roja Înê 5`ê Xermananê, kesekî xelkê bajarê Bokanê, bi armanca kuştina keça xwe, hevl dabû li bendava bajarê Bokanê wê bixendiqîne.

Pêka gotina çavkaniyên xwecihî, wî kesî bi armanca kuştina keça xwe di destpêkê de bi çeqûyê êrîş kire ser keça xwe û piştre bi havêtina wê bo nav bendavê xwastibû keça xwe bixendiqîne, lê di vê hevlê de nekariye keça xwe bikuje.

Ew keça ji aliyê tîmên rizgarkirinê yên “Satyar û tîmek din”, hatiye rizgarkirin û ew kes jî hatiye binçavkirin.

Heta niha, nehatiye zanîn ku wî kesî bi çi armancekê xwastiye keça xwe ya 12 salî bikuje.