Kerîm Pizîşkî û Seyîd Reşîdî piştî 240 rojan binçavkirin ji girtîgeha bajarê Sineyê hatin azadkirin

17:11 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Şemî 18`ê Pûşperê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Kerîm Pizîşkî û Seyîd Reşîdî” ên xelkê bajarê Baneyê, piştî derbasbûna 240 rojan li ser binçavkirinê de, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatin azadkirin.

Ew du welatiyên Kurd, her yek bi danîna barimteya bi qasî 700 milyon Tumenî, heta dema dadgehîkirinê bi awayê demkî ji girtîgehê hatin azadkirin.

Ew du welatiyên Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer bê par bûne.

Roja Duşemî 25ê Rêbendan a sala 1400`an a Rojî, her du welatiyên Kurd ji girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibûne veguhastin.

Pêka zaniyariyan, hêzên ewlehî ew du welatî bi “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdan ên Opozîsiyona hikûmeta Îranê” tawanbar kirine.

Di 20`ê Xezelwera sala derbasbûyî de, ew du welatiyên Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî, bi lêxistin û bêrêzîkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Hêzên ewlehî di dema binçavkirina wan de, bêrêzî bi malbatên wan jî kiribûn, herwisa kelûpelên wan ên kesîn jî digel xwe biribûn.