Keresteyên teqemenî bû sedema kuştin û birîndarbûna bav û kurek

19:07 - 22 Tebax 2020

Roja Înê 31`ê Gelawêjê, bav û kurek di yek ji gundên bajarê Çirdawil a ser bi parêzgeha Îlamê, bi sedema dest têverdana keresteyên teqemenî, bûne qurbanî.

Dest têverdana keresteyên teqemenî, bû bi sedema can ji dest dana mêrekî temen 51 sal û birîndar bûna ciwanekî temen 20 salî”.

Pêka gotina “Nesîr Qasimî” cêgirê fermandeya hêzên leşkerî a bajarê Çirdawil, ew bûyere di vana hemamê de qewimiye û piştî veguhastina wî bav û kurî bo nexweşxaneyê, mêrê temen 51 salî canê xwe ji dest daye û rewşa tendirustiya kurê wî jî nebaşe.

Ew bûyere, di gundê “Çemqule” a girêdayê bajarê Çirdawilê de qewimiye.