Kêmxemiya Nujdaran Dibe Sedema Mirina Jinên Du Can
12:21 - 14 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Rewşa jinên du can yek ji taybetmendiyên civakek tendurust û saxlem tê hesêb, lê pêvajoya bê dawî ya can ji destdana jinên du can li Kurdistanê de her berdewam e.
Çend roj beriya niha Saniye Balûd, temen 34 salî û xelkê bajarê Merîwanê li nexweşxaneya vî bajarî de li encama kêmxemî û pêrenegihîştina nûjdaran, canê xwe ji dest da.
Birayê Saniye Balûd, ji nûçegihaniya Mêhr re ragihandiye: “xuşka min du demjimêr piştî zarokbûnê bi sedema xwînrêjî û pêrenegihîştina nûjdaran, canê xwe ji dest da.”
Li welatên Rojava de girîngiyek taybet didin jinên du can û saziya tendurustî ya cîhanî bernameyên taybet ji bo kêmkirina bûyerên han heye, eva jî li halekê de ye ku li Kurdistanê de kêmtir girîngiyê didin vê yekê û mirina jinên du can berdewam e.