“Kemal Quytasî” bo cîbicîkirina heyama girtîgeha xwe bo girtîgeha Şinoyê hat veguhastin

18:49 - 29 Gulan 2022

Roja Şemî 7`ê Cozerdanê, welatiyê Kurd ê bi navê “Kemal Quytasî” piştî gazîkirina wî bo taya cîbicîkar ya cezayên dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê, hat binçavkirin û bona cîbicîkirina cezayên xwe bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.

Ew welatî bi tohmeta “endambûn û hevkarîkirina digel yek ji partiyên Kurdî” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Şinoyê bi serokatiya dadwer “Rezayî” bi sê sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew ceza jî roja Yekşemî 7`ê Xakelêweyê ji navbirî re hatibû ragihandin.

Roja Yekşemî 10`ê Reşemeha sala 1399`an a rojî, ew welatî bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dema dadgehî kirinê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû azadkirin.

 “Kemal Quytasî” roja Pêncşemî 7`ê Reşemeha sala 1399`an a rojî, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Roja Duşemî 24`ê Sermaweza sala 1399`an a rojî, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew welatiyê Kurd binçav kiribûn û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî ên bajarê Urmiyê veguhastibûn.