“Kemal Ebasvend” bo cîbicîkirina heyama girtîgeha xwe bo girtîgehê hate veguhastin

17:00 - 19 Şibat 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyek Kurd ê bi navê “Kemal Ebasvend” xelkê bajarê Bokanê bo cîbicîkirina heyama girtîgeha xwe bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd Befranbara îsal ji aliyê taya 101 a dadgeha Keyferî ya bajarê Bokanê ve bi tohmeta “hewildan li dijî tenahiya netewî” bi 6 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Roja Yekşemî 3`ê Gelawêjê, “Kemal Ebasvend” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên Îtila`ata Spaha Pasdaran ve li bajarê Bokanê hatibû binçavkirin û piştî binçavkirinê bo girtîgeha Îtila`ata Spaha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî piştî 35 roj binçavkirin bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî bi awayek demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Bokanê hatibû azadkirin.