Kejal Nesrî piştî binçavkirinê, hej qedera wê nexuya ye

17:49 - 29 Kanûna pêşîn 2021

Tevî derbasbûna zêdetir ji du heftiyan ji binçavkirina çalakvana medenî ya Kurd a bi navê “Kejal Nesrî”, keça “Mihemed”, temen 26 salî û xelkê gundê “Tengîser” ê ser bi devera “Jawero” ya girêdayê bajarê Sineyê, ji qedera navbirî ti zaniyariyek li ber dest nîne.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, Ew çalakvana medenî di heyama binçavkirinê de ji peywendiya telefonî, hevdîtin digel malbata xwe û dêstpêregihîştina bi parêzer hatiye bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: Hewl û lipeyketina malbata “Kejal Nesrî” di wê heyamê de bo agehdarbûn ji qedera keça xwe bê encam maye û heta niha nekarîne peywendiya telefonî an hevdîtin digel navbirî bikin.

Roja Yekşemî 21`ê Sermawezê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kiribûne ser mala wê çalakvana Kurd û navbirî piştî binçavkirinê bo cihek nexuya veguhastin.

“Kejal Nesrî”, çalakvana medenî ye û di warê parastina jîngehê de çalakiyan dike.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wê welatiyê hatiye sepandinê ti zanyariyek li ber dest nîne.