Kejal Nesrî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:47 - 12 Kanûna pêşîn 2021

Sibêdeha Îro Yekşemî 21`ê Sermawezê, “Kejal Nesrî” çalakvana medenî ya xelkê gundê “Tengîser”ê ser bi bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kirine ser mala wê çalakvana Kurd û navbirî binçavkirin.

Hêzên ewlehî di dema binçavkirina wê welatiya 26 salî de mala wê vekolîbûn.

“Kejal Nesrî” di warê parastina jîngehê de çalakiyan dike.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî li ser wê welatiya Kurd ti zaniyariyek li ber dest tinîne.

Hevdem digel binçavkirina wê çalakvana medeniya Kurd, welatiyek Kurd ê bi navê “Ferheng Êvezî”, kurê “Mihemedelî”, temen 30 salî û xelkê gundê “Tengîser”ê ser bi devera Jawero ya girêdayê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.