“Kejal Nesrî” bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hate azadkirin

16:24 - 11 Kanûna Paşîn 2022

Roja Duşemî 20ê Befranbarê, çalakvana medenî ya Kurd a bi navê “Kejal Nesrî”, keça “Mihemed”, temen 26 salî û xelkê gundê “Tengîser” ê ser bi devera “Jawero” ya girêdayê bajarê Sineyê, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî û destbenda elektironîkî ji girtîgeha îdareya Îtila`ata wî bajarî hate azadkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew çalakvana medenî divê hemû rojê xwe bi îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bide nasîn û îzna çûn bo gundê “Tengîserê” nîne.

Herwisa wê çavkaniyê got: Piştî girevgirtina du roje ya dayîka navbirî li beranber îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê, “Kejal Nesrî” bi awayek demkî û heta dema dadgehîkirinê hatiye azadkirin.

Ew çalakvana medenî di heyama binçavkirinê de, ji pêwendiya telefonî, hevdîtin digel malbata xwe û destpêregihîştina bi parêzer hatibû bêparkirin.

Roja Yekşemî 21`ê Sermawezê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kiribûne ser mala wê çalakvana Kurd û navbirî piştî binçavkirinê bo cihek nexuya veguhastibûn.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wê welatiyê de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.