Kejal Nesirî bi 5 sal girtîgeha ragirtî hat cezadan

18:41 - 13 Îlon 2022

“Kejal Nesirî” çalakvana medenî ya xelkê gundê “Tengîser” yê girêdayî bajarê “Sinê” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a wî bajarî bi serokatiya dadwer “Se`îdî” bi 5 sal girtîgeha ragirtî hat cezadan.

Ew ceza di heyama rojên derbasbûyî de, ji wê çalakvana medendî re hatibû ragihandin û dadgehê navbirî bi tohmeta “hevkarîkirin û endambûn di yek ji partiyên Kurdî” de tohmetbar kiribû.

Roja Duşemî 20ê Befranara sala 1400`an “Kejal Nesirî” bi danîna barimteya 100 miliyon Tumenî bi awayeke demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha îdareya Îtilaata “Sinê” hatibû azadkirin.

“Kejal Nesirî” piştî ketina gireva 2 rojan ya dayîka wê li hember îdareya Îtilaata bajarê “Sinê” bi awayeke demkî heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.

Roja Yekşemî 21`ê Sermaweza sala derbasbûyî, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîşkiribûn li ser mala wê çalakvana medenî û binçavkiribûn.