Kedkerakî Kurd bi sedema berbûn ji bilindahiyê canê xwe ji dest da

17:24 - 30 Çirriya paşîn 2021

Roja Dûşemî 8 Sermawerzê, kedkarakî Kurd ê bi navê “Behmen MihemedKerîmî” ê temen 31 salî xelkê bajarê Mihabadê bi sedema berbûn ji bilindahiyê di dema kar de canê xwe ji dest da.

Ew kedkarê armatorbend dema girêdana qalibê sitûnê ji qata 3 ya bînayê berbû û demûdest canê xwe ji dest da. 

Ew kedkare xêzandar û xwedeiyê zarokek heye.

Di wê derheqê de, roja Şemî 6`ê Sermawezê, kedkarekî Kurd ê xelkê bajarê Serdeştê di dema paqijkirina palavtingeha av û averoya bajarê Mihabadê, bi sedema kevtin bo nav “lagûn”ê canê xwe ji dest dabû.