Kedkarên şaredariya Bîcarê 3 meh e ku mûçeyên xwe wernegirtine

18:00 - 16 Şibat 2021

Kedkarên Şaredariya Bîcarê, bi sedema wernegirtina mûçeyê 3 mehan û herwisa wernegirtina pereyê 10 mehên zêdekariyê, heyama sê roje ku ber derê bînaya şêwraya wî bajarî kom dibin û dest ji xirkirina ziblên wî bajarî kêşandine û nerizayetiya xwe nîşan dan.

Kedkarên Şaredariya Bîcarê li roja Şemî 25ê Rêbendanê, bi sedema paşkevtina mûçeyê sê mehan û herwisa wernegirtina pereyê 10 mehên zêdekarî, dest ji karkirinê kêşane û li ber deriyê bînaya şêwraya wî bajarî man girtine.

Yek ji kedkarên Şaredariyê ragihandiye: “Çend car e me serdana berpirsên şaredariya bajarê Bîcarê kiriye, çiqas em nerizayetiyê ji xwe nîşan didin, dengê me nagihîje çi cihekê û em jî mirov in û me jî mafê jiyanê heye, sê meh e me mûçe wernegirtiye û 10 meh e me perê zêdekariya xwe wernegirtiye, bi vî awayî berpirs derheq me kêmtirxem in, û em mehkûm jinavçûnê ne.