Kedkarên bendava Şinoyê û şaredariya Îlamê 7 meh in pereyê xwe wernegirtine

16:50 - 14 Kanûna pêşîn 2020

Kedkarên bendava “Çeperavê” a ser bi bajarê Şinoyê, 4 meh e ku pereyê xwe wernegirtine û xwedî karê wê bendavê li hegera karnekirina wan kedkaran gefa derkirinê ji wan xweriye.

Yek ji kedkarên wê bendavê ragihaniye: “Piştî paşkevtina mûçeyê 4 mehên kedkaran, xwedîkarê bendava “Çeperavê” gef ji kedkaran xweriye û em jî bo evê ku bêkar nebin, em neçar in ku berdewam bin li karkirin di wê bendavê de.

Herwisa got: “Tevî paşkevtina pareyê me, em nehatine bîmekirin û beşek ji kedkarên wê bendavê bi awayekî girêbest kar dikin.

Ji aliyekî din ve, roja Duşemî 23ê Sermawezê, kedkarên şaredariya bajarê Îlamê bi sedema paşkevtina pereyê 3 mehan ji aliyê şaredariyê ve, hember bînaya dadgusterî ya wî bajarî kombûne û nerizayetiya xwe nîşan dan.

Nûçegihaniya “Îlna”yê li vê derheqê ragihandiye ku hisabên malî yên şaredariya bajarê Îlamê, bi sedema sikalakerên taybet hatiye daxistin û pereyê wan kedkaran nehatiye dan.