Kedkarekî xelkê Xoyê di bajarê Hewlêrê de canê xwe ji dest da

11:34 - 18 Adar 2020

Roja Sêşemî 27`ê Reşemê, kedkarekî kurd ê bi navê “Ebdulah Sofî”, kurê “Mizefer, xelkê gundê “Gogird”a girêdayê devera “Kotol” a girêdayê bajarê Xoyê, li encama berbûn ji bilindahiyê ve di dema karkirinê de canê xwe ji dest da.

 “Ebdulah Sofî”, di bajarê Hewlêr a paytexta Herêma kurdistanê de kar dikir.

Ew kedkarê Kurd, di dema karkirin li ser xaniyeke nîvesaz di bajarê Hewlêrê de, rastî wê bûyerê hatiye û termê wî kedkarê Kurd bo pizîşkê dadwer yê bajarê Hewlêrê hatiye veguhastin.

Heya niha, termê wê kedkarê Kurd radestî malbata wî nehatiye kirin.