Kedkarekî xelkê bajarê Serdeştê bi sedema berqê canê xwe ji dest da

17:24 - 19 Nîsan 2021

Roja Şemî 28`ê Xakelêwe, kedkarekî Kurd yê bi navê “Cemal Ehmedî” kurê Husên û xelkê gundê “Nêwjê” yê ser bi bajarê Serdeştê, li dema karkirin di herêma Kurdistanê de, tûşî bûyera ser kar bûye û canê xwe ji dest da.  

Ew kedkarê Kurd, di bînayeke nîmekare de mijûlê kar bû ku bi sedema girtina berqê canê xwe ji dest da.

Bi sedema bêkarî û giraniya liqasderçûyî li Îranê û bi taybetî di Kurdistanê de, hejmarek zêde ji welatiyan bo karkirin û dabînkirina bijîva jiyana xwe, rû li Herêma Kurdistanê dikin ku gelek cara tûşê bûyerên ser kar dibin û bi wê sedemê canê xwe ji dest didin.

Her sal çendîn bûyerên mirina kedkarên Kurd yên xelkê Rojhilatê Kurdistanê, di Herêma Kurdistanê de rû dide.