Kedkarekî xelkê bajarê Selmasê li bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest da
18:34 - 17 Nîsan 2022
Roja Şemî 27`ê Xakelêwe, kedkarekî Kurd ê bi navê “Yasîn Rizayî” kurê Riza û xelkê gundê “Qesrik” yê girêdayê bajarê Selmasê, bi sedema bûyera hatûçûnê li bajarê Silêmaniyê yê Kurdistana Îraqê canê xwe ji dest da.
Ew kedkare êvareya roja Şemî rastî wê bûyerê hat û bi sedema kûrahiya birînên xwe dem û dest canê xwe ji dest da.
Termê wî kedkarê heta niha radestî malbata wî nehatiye kirin.
“Yasîn Rizayî” xîzandar û xwediyê zarokekê ye.