Kedkarekî xelkê bajarê Nexedê li herêma Kurdistanê canê xwe ji dest da

18:23 - 29 Tebax 2021

Roja Şemî 6`ê Xermananê, kedkarekî Kurd ê bi navê “Hesen Meirûfpûr” temen 32 salî û kurê Mela Umer li herêma Kurdistanê bi sedema berqgirtinê canê xwe ji dest da.

Ew kedkare, xelkê gundê “Deşta Qurê”yê  ser bi bajarê Nexedê ye û li dema karkirin li bajarê Hewlêrê paytextê herêma Kurdistanê tûşî wê bûyerê bû.

Termê wî kedkarê Kurd heta niha radestê malbata wî nehatiye kirin û li nexweşxaneya Rizgariya bajarê Hewlêrê ye.

Di wê derheqê de, roja Duşemî 1`ê Xermananê, kedkarekî Kurd ê bi navê “Reûf Mihemedî” temen 51 salî û kurê Salih, li dema karkirin li bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest dabû.