Kedkarekî xelkê bajarê Merîwanê bi sedema celteya dil canê xwe ji dest da

17:18 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Yekşemî 3`ê Gelawêjê, kedkarekî Kurd ê bi navê “Eta Se`îd Efşar” xelkê gundê “Kanîsanan” ê ser bi bajarê Merîwanê, bi sedema celteya dil li bajarê Helebçê li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Temenê wî kedkarî 38 salî bû û di dema karkirinê de tûşî celteya dil bûye.

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, bi sedema zêdebûna rêjeya bêkariya welatiyan, hejmarek ji kedkarên xelkê Rojhilatê Kurdistanê rû bi Herêma Kurdistanê dikin û gelek caran ew kedkarane rastî bûyerên ser kar û bûyerên nexwestî tên.