Kedkarekî xelkê bajarê Kirmaşanê agir berda xwe
16:02 - 19 Çirriya paşîn 2020
Roja Sêşemî 27ê Xezelwerê, kedkarekî xelkê bajarê Kirmaşanê bi sedema kasibî û destengiyê agir berda xwe û dawî bi jiyana xwe anî.
Ew kedkare, bi sedema bîmenekirin ji aliyê xwedî karê xwe ve û herwisa hejarî û destengiyê, li çarêya “Reşîdî” hember sendîkaya kedkarî xwe şewitand.
Ew kedkare, piştî veguhastin bo nexweşxaneya Xumêynî a bajarê Kirmaşanê, roja Çarşemî 28ê Xezelwerê, di vê nexweşxanê de canê xwe ji dest da bû.
Heya niha nasnameya wî kedkarê nexuya ye.