Kedkarekî Kurd yê xelkê bajarê Bokanê canê xwe ji dest da
17:28 - 27 Îlon 2020
Roja Şemî 5`ê Rezber, kedkarekî xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Resûl Sultanî” kurê Mistefa, di dema karkirinê de, di yek ji gundên bajarê Miyanduavê de canê xwe ji dest da.
Ew kedkarê Kurd, digel mala xwe, bo karê sêvan çûye gundê Koxan ya bajarê Miyanduavê, û bi sedema berbûn li ser dara sêvê û bi sedema kûrahiya birînên xwe canê xwe ji dest da.
Her di vê derheqê de, heftiya derbasbûyî di heyama çend rojên derbasbûyî de, di demsala payîzê de, kedkarekî Kurd yê bi navê “Mihemedselîm Lutfî” xelkê gundê “Derebeyan” a ser bi bajarê Paweyê, di dema lêkirina gûzan de bi sedema berbûn bi awayekî dijwar birîndar bibû.