Kedkarekî Kurd li bajarê “Tehran”ê dawî bi jiyana xwe anî

17:39 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Pêncşemî 16ê Pûşperê, kedkarekî Kurd yê bi navê “Xudarehim Mehmûdî” xelkê gundê “Keklîava” yê girêdayî bajarê “Sewlava”yê dawî bi jiyana xwe anî.

Çavkaniyek agehdar di vê derheqê de ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: Ew kedkar rûniştiyê bajarê Tehranê bûye û bi sedema givaşên aborî û pirisgirêkên malbatî dawî bi jiyana xwe aniye.

Herwisa vê çavkaniyê daye zanîn ku: Wî kedkarê Kurd xwe bidar vekiriye

“Xudarehim Mehmûdî” roja Înê 17ê Pûşperê, li bajarê “Merîwan”ê bi axê hat sipartin.