Kedkarekî Kurd bi sedema ketin ji bilindahiyê birîndar bû
18:52 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2020
Roja Yekşemî 12`ê Tîrmeh ê, ciwanekî temen 30 salî yê bi navê “Siyamek Dilaverî” xelkê gundê “Evêheng”, rûniştiyê Demavend a ser bi bajarê Tehranê, bi sedema kevtin ji bilindahiyê hate birîndarbûn.
Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, ew kedkarê Kurd bi pê xwe çûye nexweşxaneya Kewser a ser bi bajarê Demavendê, lê di wê nexweşxaneyê de çi tedawiyek bo wî nekirine.
Çavkaniya agehdar herwisa got: “piştî ku ew kedkare bo nexweşxaneya Îmamhusên a bajarê Tehranê hate veguhastin, piştî çend demjimêran bi sedema xwînrêjiya mejî, diçe komayê û heya niha di bêhişiya dirêj heyam de ye.
Navbirî xwedî male û zarokekî temen 3`ê salî heye.