Kedkarekî Kurd bi sedema bûyerên ser kar canê xwe ji dest da

17:41 - 28 Adar 2022

Roja Yekşemî 7`ê Xakelêweyê kedkarekî Kurd ê bi navê “Ferdîn Ebdî” temen 45 salî û xelkê gundê “Helwan” ê girêdayê bajarê Sineyê bi sedema kûrahiya birînên xwe ji bûyerek ser kar li yek ji nexweşxaneyên bajarê Tehranê canê xwe ji dest da.

Ew kedkare nêzî du meh beriya niha li dema bîrkolanê li bajarê Sineyê dikeve nav bîrê û bi awayek dijwar birîndar dibe û di wê bûyerê de demara mazyepişta wî qut dibe.

Ew kedkare bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Tehranê hatibû veguhastin.

“Ferdîn Ebdî” xîzandar û bavê du zarokan e.