Kedkarekî Kurd bi sedema berqgirtinê canê xwe ji dest da

18:02 - 12 Kanûna Paşîn 2021

Roja Yekşemî 21ê Befranbarê, kedkarekî Kurd yê bi navê “Ebûbekir Yeqûbî” xelkê gundê “Bêsaran”a  ser bi bajarê Merîwanê, bi sedema berqgirtinê canê xwe ji dest da.

Ew kedkarê Kurd, li kargeha “Îstek” ya ser bi bajarê Merîwanê, di dema karkirinê de tûşî wê bûyerê bû ye.

 “Ebûbekir Yeqûbî” piştî wê bûyerê bo nexweşxaneya bajarê Sineyê hatibû veguhastin, lê bi sedema kurbûna birînên xwe, bi awayekî dirêj mewda bê hiş bibû, piştre canê xwe ji dest da.

Ew kedkarê Kurd, xwedî xêzan û zarok bû û termê wî li gundê “Bêsaran” bi axê hate spartin.

Her di wê derheqê de, çend roj berya niha, du kedkarên din yên xelkê “Qurwe”yê li bajarê Qezwînê bi sedema kevtina nav qazana rûn li yek ji berhemanîna “Pêtroasam” a wî bajarî canê xwe ji dest dan.

Heya niha nasnameya ew du kedkarên xelkê bajarê “Qurwe”yê bo Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê nexuya ye.