Kedkarekî Kurd bi sedema berbûn li bilindahiyê canê xwe ji dest da

13:43 - 7 Tebax 2022

Roja Şemî 15ê Gelawêjê, kedkarekî Kurd yê bi navê “Rehmet Silêmanî” temen 36 salî û xelkê bajarê “Mehabad”ê bi sedema berbûn li bilindahiyê, di dema kar kirinê de canê xwe ji dest da.

Ew kedkar, hostayê “Coşkarî” bûye û di dema kar kirin li ser banê Kompaniya pîşeyî ya Xelîfanê, li bajarê Nexedê ketiye xwarê û canê xwe ji dest daye.

Termê wî kedkarê Kurd li cihê jidayîk bûna wî bi axê hat spartin.