Kedkarekî Kirmaşanî bi sedema berbûn li bilindahiyê canê xwe ji dest da
18:50 - 13 Hezîran 2022
Kedkarekî şirketa dabeşkirina berqê yê bi navê “Kiyanûş Pîrî” bi sedema berqgirtinê û berbûn li bilindahiyê canê xwe ji dest da.
Ew kedkar di dema karkirin li ser darbesta berqê rastî vê bûyerê hat.
Nûçegihaniya “Herana” li derheq nebûna ewlehiya kar di Îranê de belavkiriye: Îranê li warê berçavnegirtina ewlehiya kar di nav welatên cîhanê de pileya 102ê heye.