Kedkarekî Îdareya Berqê bi sedema berqgirtinê canê xwe ji dest da

17:52 - 10 Şibat 2022

Îro Pêncşemî 21`ê Rêbendanê kedkarekî Îdareya Berqê yê bi navê “Mehdî Husêynî” xelkê gundê “Nu`il” ê ser bi bajarê Ciwanroyê, di dema karkirinê de rastî berqgirtinê hatibû.

Ew kedkarê Kurd di wê bûyerê de demûdest canê xwe ji dest da.

Ew bûyere li cihek bi navê “Tepeyê Kole” ya ser bi bajarê Paweyê qewimî ye.

“Mehdî Husêynî” temen 30 sal û herwisa di wê bûyerê de kedkarek din ê bi navê “Îzet” bi sedema berbûnê birîndar bûye û bo nexweşxaneya bajarê Paweyê hatiye veguhastin.