Kedkarekî bînasazî di girtîgeha Êvînê de hate serbestkirin

18:10 - 30 Hezîran 2020

Roja Sêşemî 30`ê Hezîranê, “Heyder Qurbanî”, kedkarê bînasazî yê xelkê bajarê Kamyaran, piştî derbasbûna 23 rojan li binçavkirina wî, bi danîna barimteya 250 milyon Tumenî bi awayekî demkî hate berdanê.

Roja Şemî 27`ê Hezîranê, ew kedkarê bînasdazî li mala xwe di bajarê Têhranê, ji aliyê hêzên ewlehî yê ve hatibû binçavkirin.

 “Heyder Qurbanî” di heyama binçavkirina xwe de, tenê carekê peywendiya telefonî bo du xulekan digel hevjîna xwe girtibû û girtiyê benda 209 a girtîgeha Êvînê bû.

Heya niha, ti zanyariyek ji sedema binçavkirina wî kedkarê li ber dest de nîne.