Kedkarek “Kamêranî” bi sedema beriqgirtinê canê xwe ji dest da

12:28 - 25 Şibat 2022

Roja Çarşemî 4ê Reşemê, kedkarek bi navê “Omîd Rehmanî” kurê “Nasir” xelkê gundê “Lon” yê ser bi bajarê “Kamêran”ê di dema karkirinê de rastî berqgitinê bû û canê xwe ji dest da.

Ew kedkarê ciwan, di awahiyekê çende qat de kar dikir û di dema karkirinê de bi sedema ceryana berqê ji bilindahiyê ve ketiye û canê xwe ji dest daye.

 “Omîd Rehmanî” temen 22 salî,  piştî kevtina xwarêye ji bilinahiyê ve demûdest canê xwe ji dest da.

Di vê derheqê de, rêkefta 30ê Rêbendanê, kedkarek din yên bi navê “Peyman Heyranî” temen 32 salî, xelkê bajarê “Riwanser”ê di cihê karkieina xwe de canê xwe ji dest da.

Îran bi sedema berçavnegirtina isûlên ewlehiya kar di cîhanê de, pileya 102yê heye, û sedemên sereke yên wan bûyerana di Îranê de pêka lêkolînan vedigerin bo nebûna çavedêriya kar di kargeh û yekeyên berhemanînê û herwisa nebûna gerentî.