Kedkarek bi sedema bûyera kar canê xwe ji dest da
17:07 - 5 Kanûna Paşîn 2022
Roja Sêşemî 14ê Befranbarê, kedkarek ê bi navê “Hikmet Îbrahîmî” xelkê “Noşînşehr”ê ser bi bajarê Urmiyê, bi sedema bûyera kar canê xwe ji dest da.
Navbirî di dema karkirinê de bi sedema herifîna dîvarê bîrek kolandî li gundê “Desgird”ê ser bi devera “Nazî”ya girêdayê bajarê Urmiyê canê xwe ji dest da.
“Hikmet Îbrahîmî” xîzandar û bavê çar zarokan e.