Kedkarê Şarewaniya bajarê Çalduranê Sikalayek li ser karbidestên dewletî tomar kirin

13:22 - 19 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa : Hejimarek ji Kedkarên Şarewaniya bajarê Çalduranê seva xirabbûna rewşa jiyanê,sikalayek li ser berpirsyarên dewletî û aliyên pêywendîdar tomar kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Kedkarên Şarewaniya bajarê Çalduranê li ser bêdadî û kêmiya heqdest,zor bûna kirêya xanîberan, pêdiviyên rojane û der kirin li ser kar li dijî karbidestên dewletî li Çalduranê sikalayek bilav kirin.

Yek ji Kedkarên Şarewaniya vî bajarî bi malpera Çalduranê ragehand:Em li rewşa niha gelek nerazîne û eger em sikala û gazindeyekê li dijî berpirsyarên Şarewaniyê binvîsin,dê rûbirûyê der kirinê bibin.

Kedkarên Şarewaniyê di vê sikalanameyê de ragehandine,em 5 heta 15 salane ku li vê Îdareyê kar dikin,lê heya niha bo dabîn kirina pêdiviyên destpêkî yên jiyanê rûbirûyê pirsgirêkan dibin.

Yek ji Kedkarên dinê yê Şarewaniyê bilav kir,giranî û kêmiya heqdestan bi awayekê em xistine bin zext û giwaşan ku hin ji şewan em bi bênan serê xwe dadinên û ew yek jî jibo vê hindêye ku em bikaribin kirêya malên xwe dabîn bikin.
\"13332.jpg\"