Kedkar û wezîfedarên bajarvaniya Zerneya bajarê “Eywan”ê dest havêtin bi girevê

18:32 - 5 Îlon 2022

Roja Yekşemî 13ê Xermananê, hejmarek ji wezîfedar û kedkarên bajarvaniya “Zerne”ya girêdayî bajarê “Eywan” ya ser bi bajarê “Îlam”ê bi sedema nedana heqdestê wan yê 6 mehan dest havêtin bi girevê.

Yekîtiya Azadiya Kedkarên Îranê di vê derheqê de nivîsandiye: Ew heyama 6 mehane ku wan kedkaran heqdestê xwe wernegirtine û herwisa ew 70 mehin ku ji dabînkirina civakî jî hatine bêparkirin.

Herwisa wê çavkaniyê nivîsandiye: Kedkarên bajarvaniya “Zerne” a girêdayî bajarê “Eywan”ê li hember avahiya parêzgariya “Îlam”ê kom bûn, û nerizayetiya xwe nîşan dan.