Keçka Wêblagnivîse Ya Kurd Hat Destbiserkirin

13:04 - 26 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Keça xwendekar û wêblagnivîs a Kurd û xelkê Kirmaşanê, Rojîn Mihemedî, piştî ku bo Îranê vegeriya li balafirxanê de hat destbiserkirin û bo zîndana Êvînê hat şandin.


Komîteya Raportvanîn mafê mirovan, di raporekê de nivîsandiye çend rojan beriya niha dema ku Rojîn Mihemedî keça xwednekar û wêblagnivîsa Kurd ji balafuirxaneya Îstenbulê ve gihîşte Tehranê, ji aliyê hêzêz întizamî yên Îranê ve hat destbiserkirin û bo zîndana Êvînê hat veguhastin.
Navbirî piştî 24 demjimêran bi danîna rehînê bi awayek demkî azad bû, lê piştre hêzên întizamî yên Îranê li bajarê Kirmaşanê êrîş kirine ser mala bavê wê bi armanca girtina wê, lê ji ber ku Rojîn ne li mal bûye, hêzên Îranê destbetal vegeriyane.

Di doma raporê de hatiye ku Rojîn piştî van bûyeran car din ji rêya telefon ve bo dadgeha Şehîd Muqedesî ya Tehranê hatiye bang kirin. Navbirî jî piştî amadebûn li dadgehê de li dawiyê de roja çarşem 23.11.2011-an car din tê destbiserkirin û bo zîndana Êvînê tê veguhastin.
Heta belavbûna vê nûçeyê hêj bi awayek fermî sedema girtina navbirî nehatiye ragihandin.