Keçike temen 12 salî li bajarê Pîranşarê dawî bi jiyana xwe anî

17:54 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Duşemî 27ê Pûşperê, keçika temen 12 salî ya bi navê “Kanî Emîn Eşayirî” keça “Teyîb” xelkê gundê “Konexan”ê yê girêdayî bajarê “Pîranşar”ê dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka çavkaniyek agehdar, ew keçika newciwan, bi sedema pirisgirêkên malbatî dawî bi jiyana xwe aniye.

“Kanî Emîn Eşayirî” bi rêya xwebidarvekirinê dawî bi jiyana xwe aniye.

Herwisa Roja Yekşemî 26ê Pûşperê, keçike din ya bi navê “Rojan Seferî” temen 15 salî û keça “Tahir” xelkê Gundê “Kolese” û rûniştiyê bajarê “Ciwanro”yê bi sedema pirisgirêkên malbatî bi rêya xwebidarvekirinê dawî bi jiyana xwe aniye.