Keçik 13 salî li dewera Serdeştê kutayî bi jîna xwe anî

19:54 - 25 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: keçik 13 salî ji xelkê dewera Serdeştê bi hegerik neron li mala xwede kutayî bi jîna xwe anî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, şeva Yekşem, 3ê Sermawez, keçik 13 salî bi navê Mariya Rêyhanî, keça Xidir ji xelkê gundê “ Qela Reş”a Serdeştê bi xwedarda kirinê hewla xwekuştinê dabû ku li sedem de canê xwe ji dest da.

Yekik ji nêzên malbata vê keçê, xêncî erênî kirina vê nûçê bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand: Mariya çi pirsgirêkên hundir( psîkolojîkî) çinebûn û li saet 10,30 deqa şeva Yekşemî bi maina kirina karta telefon, xwe ji dayik û xwîşkê radigoze û li jêrzemiya mala xwede xwe darda dike û kutayî bi jîna xwe tîne.

Navbirî jî got: Mariya ev dem gelemper kilîtên male tev xwe biribûn, deriyên malê bi gişt ser xwede daxistibûn.

Temenê xwekujiyê li herêmên Kurdistaniyên Îranê li midê çend heyvên borî de bi rewşik çavrê nekirî kêmtir bûye û her wisa vê barê de çend zarok li sedem xwekujiyê de canê xwe ji dest dane.

Heyva Banemra Îsal de zarokik 10 salî li şarê Ormî, bi hegerik neron hewla xwekujiyê dabû ku li sedem de canê xwe ji dest da.

Her wisa li 24ê Banemra îsal de kurik 15 salî Ji Îlam, bi hegera hatin pêya pirsgirêk tev malbata xwede xwe darda kir û kutayî bi jîna xwe anî.

Li heyva Cozerdana îsal de jî keçik 10 salî bi navê Sefûra Seîdê ku heyvik pêş niha de agir berdabû xwe, li sedem xedariya birînan li nexweşxana şarê Ormî, canê xwe ji dest da.