Keçekî karatekar a Kurd serketin di astê cîhanî de bi dest anî

18:17 - 5 Şibat 2020

Keçeke karatekar a bajarê Serdeştê kariye şûtika reş a dana yek, di asta cîhanî de bi dest bîne.

“Baran Gewherî”, ya 28 salî, xelkê bajarê Serdeşt a ser bi parêzgeha Urmiyê di Rojhilatê Kurdistanê de, piştî 2 mehan hînkariya Navdewletî di welatê Turkiyê de, karî “şûtika reş a dana yek a cîhanî” bi dest bîne û bibe şanaziyek din bo Kurdistanê.

“Gewherî” ew serketina xwe di kempa hîkariyê de li semînara hînkarî û birinaserê a pileya Navdewletî “Dan û Navbijîwanî” di welatê Turkiyê de, li jêr çavedêriya “Şîhan Gorayî”, endamê Desteya Serokayetî û Berpirsê Pêwendiyên Navdewletî yên Saziya Cîhanî bi dest anî ye.

Navbirî piştî 2 mehan hînkarî di warê “Kiyûkoşîn a karateya Matsoyî”, li sê beşên “Kata, Tiknîk û Daçî”, ji bidestveanîna şûtika reş a dana yek a cîhanî serketî bû.

Verzişvan û ciwanên Kurd di warên cuda de di astên cîhanî de serketinên bidest tînin, û dibine sebeba şanazî bo gelê xwe û bi berdewam jî, ji aliyê desthilatê ve dêxine bin givaşan û ji warê karkirinê ve wan lawaz dikin.