Keçeke temen kêm dawî bi jiyana xwe anî

16:10 - 29 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Keçeke temen 16 salî ya xelkê bajarê Merîwanê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 8`ê Banemer(27`ê Nîsan)`ê keçeka temen kêm ya bi navê “Sara Kerîmî” ya temen 16 salî, û xelkê bajarê Merîwanê dawî bi jiyana xwe anî.

Tê gotin, wê keçika temen kêm, bi sedema destengî û hejariyê, dawî bi jiyana xwe aniye.

Her di vê derheqê de, keçeka temen 16 salî, ya bi navê “Şekîla Kerîmiyan” xelkê Jawaro ya girêdayî bajarê Sine û rûniştiyê kolana Hesen Ava ya wî bajarê, bi neçarî dawî bi jiyana xwe aniye.

Tê gotin bavê Şekîla rastî diyardeya îtiyadê bûye, û keçika wî jî bi sedema astengî çêkirin û derkirina wê keçikê di mala bavê xwe de, navbirî dest bi xwe kujiyê daye.

Civaknas sedemên cîvakî wekî destengî, hejarî, nebûna piştevanî û bê hêvîbûn li pêşerojê serekîtirîn sedemên xwekuştina ciwanên temen kêm di Îranê de hesab dikin.