Keçeke Serdeştî dest avêt bi xwekujiyê

17:31 - 10 Gulan 2021

Di çend rojên derbasbûyî de, keçeke nûciwan ya bi navê “Ferzane Mihemedî”, temen 17 sal û xelka bajarê Serdeştê ku ji aliyê malbata xwe ve bi sedema vê ku bi zorê dabûne mêr, dest avêt bi xwekujiyê.  

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew keça nûciwan, bi sedema vê ku ji aliyê malbata wê ve bi nedilî û bi zorê dabûne mêr, dest avêt bi xwekujiyê û niha li nexweşxaneya bajarê Serdeştê di bin çavedêriyê de ye.

Li welatê Îran û Kurdistanê, roj digel rojê xwekujî bi sedemên cuda ber bi bilindbûnê ve diçe, lê piraniya lêkoleran sedema sereke ya xwekujiyê pirsgrikên civakî didine zanîn.  

Lêdan û bêrêzî, bi zor bi mêrdan û astengî afirandin bo jinan û keçan ji argûmêntên sereke yên xwekujiya jinan û keçan têne hesibandin.