Keçeke nûgihan a xelkê Sinê bi sedema rêgirîkirin ji wê bo hînkariyê xwe kuşt
17:02 - 26 Îlon 2021
Roja Duşemî 3ê Rezberê, Keçeke nûgihan a 12 salî ya bi navê “Semîra Seîdî”, bi rêya xwelidarvekirinê dawî bi jiyana xwe anî.
Ew keça, xelkê gundê “Derwêşan”ê girêdayê baiarê Sinê ye û bi sedema rêgirîkirina bavê wê ji hînkariya keça xwe, wê xwe kuştiye.
Ji aliyê din we di hemen rojê de welatiyekî xelkê Sinê bi sedemeke ne xuya li ser pira “Firdewsî” xwe avête xwarê û canê xwe ji dest da, nasnameya wî welatiyî heta niha bi Ajansa Kurdpayê rohn nebûye.