Keçeke nûciwan li bajarê Kamyaranê dawî bi jiyana xwe anî

17:29 - 17 Çirriya paşîn 2021

Roja Duşemî 24`ê Xezelwerê, keçeke nûciwan a bi navê “Elîna Sadiqî” keça “Emîr” û xelkê bajarê Kamyaranê, hevla xwekuştinê da.

Ew nûciwana bi sedema pirsgirêkên malbatî û bi rêya xwe xendiqandinê dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, malbata wê keçê piştî agehdarbûn ji xwekuştina “Elîna” yê, navbirî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Kirmaşanê veguhastibûn û tevî hevla pizîşkan bo rizgarkirina wê keça nûciwan, roja Sêşemî 25`ê Xezelwerê li nexweşxaneya bajarê Kirmaşanê canê xwe ji dest da.