Keçeke ciwan di bajarê Seqizê de dawî bi jiyana xwe anî

19:08 - 22 Tebax 2020

Roja Înê 31`ê Gelawêjê, keçekî temen 19 sal ya bi navê “Şîva Xoremî” xelka gundê “Simaqlû” a ser bi navçeya Serşîv a ser bi bajarê Seqizê, dawî bi jiyana xwe anî.

Tête gotin ew keça ciwan bi sedema pirskirikên malbatî dawî bi jiyana xwe aniye.

Ewe sêhimîn xwekujiye di bajarê  Seqizê de ku di heyamê kêmtir li yek heftiye de di wî bajarê de qewimiye.

Di wê derheqê de, roja Înê 31`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ya bi navê “Çîmen Ferehiyan” temen 22 sal, bi sedema pirskirikên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.

Herwisa çar rojên berî niha, mêrekî temen 45 sal di bajarê Seqizê de, bi sedemekî nexuya dawî bi jiyana xwe anîbû.