Keçekê bi sedema azar û îşkence dawî bi jiyana xwe anî

16:55 - 22 Çirriya paşîn 2020

Roja Şemî 1ê Sermawezê keçeke ciwan bi sedema azar û îşkenceya bavê xwe, dawî bi jiyana xwe anî.

Nasnameya wê keçê “Rojîn Xidrî” temen 17 sal, keça Rehîm û xelkê gundê “Kozereş”ê yê ser bi bajarê Selmasê hatiye ragihandin.

Tê gotin, bi sedema pirsgirikên malbatî bav û diya Rojînê çend sal e ku ji hev cuda bûne û bavê Rojînê keça xwe dide îşkenceyê û ew jî dibe sedema hindê ku ew keça 17 sale dawî bi jiyana xwe bîne.

Rojîn temen 17 sale, ji rêya xwendiqandinê ve dawî bi jiyana xwe aniye.