Keçeke Behayî ji zanîngehê hate derxistin

19:40 - 31 Kanûna pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Pêgah Dêhqanî Mihemedî, hemwelatiya Behayî û nîştecihê parêzgeha Tehranê,bi sebeba ku Behayî bûye ji zanîngehê hatiye derxistin.

Li gor nûçeyên belavbûyî, ew xwendekara rişteya kampiyoterê bûye, lê ji ber ku Behayî bûye, nehîştine ku xwendina xwe bidomîne.

Herwiha ev hemwelatiya Behayî, di demekê de ji zanîngehê hatiye derxistin, ku xwe bona îmtihanên tirma destpêkê amade dikir.

Berpirsên zanîngehê di têkêliyeke têlêfonî de ji wê re gotine “Ji ber ku tu Behayî yî, em nikarin te qebûl bikin, û îdî pêwîst nine ku tu serlêdana zanîngehê bikî”.

Di sala derbazbûyî de aliyê kêm 129 hemwelatiyên Behayî piştî navnivîsîna di konkora 1395’an de, bi sebeba ku Behayî bûne ji zanîngehê hatine derxistin.

Herwiha gellek ji hemwelatiyên Behayî derbazî zanîngehê bûne, lê piştre ji ber ku eşkere bûye ku ew peyrewên dînê Behayî bûne, ji znîngehê hatine derxistin.

Li gor çavkaniyan, aliyê kêm sed hezar hemwelatiyên Behayî, ji “şoreşa gelên Îranê” ve heyanî niha, ji berdewamkirina xwendinê bêpar mane.
Bêparkirina xwendekarên Behayî, ji xwendina di zanîngehên Îranê de, li gora yasaya pejirandî ya 6’ê Reşemeya 1369’an ya “Şêvra Bilind a Şoreşa Çandî” ye.

Li gora vê, Behyaî ne tenê nikarin di îdareyên dewletî de kar bikin, belkû nikarin herin zanîngehê jî.

Li ser bingeha benda sê, ya vê yasaya ku hatiye pejirandin, hekî di dema navnivîsiyê de eşkere nebû ku ew kes Behayî ye, û piştre ew yek eşkere be, birêveberên zanîngehê dikarin, pêşiya wî bigrin, û wî ji zanîngehê derxînin.